çunke ew goyî zenexdanî heye

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  520 views
çunke ew goyî zenexdanî heye
qametim şêweyî çewganî heye
dił le zułfaye be ummêdî lebî
hewesî çeşmeyî ḧeywanî heye
teř bika ḧełqî minî teşne be tîẍ
řaste yar er serî îḧsanî heye
baẍ û me’denme leb û pustanî
le’lî řummanî û řummanî heye
wa le diłya senemim meylî řeqîb
ḧeyfe weswaseyî şeytanî heye
be zuban se’be biłê derdî diłî
her kesê dîdeyî giryanî heye
le ’urûcaye giřî narî diłim
ta qebat cunbuşî damanî heye
wa ke leb bo suxen ey beḧrî xîred
da biłên: le’lî duř’efşanî heye
wekû fîr’ewnNamed-Entitye ḧebîbim be sitem
ta řeqîbî wekû hamanNamed-Entityy heye
řeşkî çîhre û lebî toyane mudam
ta felek şems û zemîn kanî heye
ew kesey derdî be diłda le muje
her le şehdî lebî dermanî heye
şêrmerdane ’elîNamed-Entity, bê be segî,
her kesê hîmmetî merwanNamed-Entityy heye
lê de wek muřře be enguştî ẍezeb
her kesê kîneyî ’usmanNamed-Entityy heye
nîgehê ney şehî merdanî cîhan
salimPen namey ẍemzede dîwanî heye