dił le zułfa be syaḧet hewesî «çîn»y heye

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  460 views
dił le zułfa be syaḧet hewesî «çîn»y heye
be «semerqend»y leba, nîyetî «maçîn»y heye
bê be «kîşmîr»y řuxa, dewłetî maçînî ke dî
bo xetay tuřře, dełên: nafeyî muşkînî heye
dê le řêgey «ḧebeş»y zułfewe bo «mîsir»y řuxt
zułmetî kufrî hemûy dî, hewesî dînî heye!
be sefa dêt û deka herwele bo «merwe»yî ’îşq
xarî ew řahe le pa nermîyî nesrînî heye
be du’ayî wesił ebed ḧelqeyî zułifit degrê
ger bizanê lebî to nîyetî «amîn»y heye!
diłî «salimPen name» be ebed sunbulî zułfe cêgeyî,
ke demaẍî hemûdem meylî řeyaḧînî heye!