ḧałetî ’aşiq gelê ewqatî diłgîrî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  472 Dîtin
ḧałetî ’aşiq gelê ewqatî diłgîrî heye
subḧidem bo ehlî dił enwa’î te’sîrî heye
zerbî sucdey astanet baz řewacî da be řûm
xakî dergat bo cebînim ḧukmî îksîrî heye
ḧacîbit ger bimkujê nařom be zułfî to qesem
lem dere pêy xatirim ełbette zencîrî heye
fîtnecoye turkî çawit meylî xwênřêjî deka
řûbeřûm daym le řûma tîr û şemşîrî heye
’eynî cehle řûyî dił ger sûyî tersaxû nekem
şêxî sen’anîş le řêgey ’îşq da pîrî heye
zahîd er lafî fesaḧet lê bida baweř meken
bedsiruştêke be fen sed dam û tezwîrî heye
ey řefîqan bênewe nuktey ’ecayb bişnewn:
salimNasnava edebîy mecnûn le ’îşqa meylî tedbîrî heye