çawî mestit ke ẍezebnake, çi metłûbî heye?!

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  393 Dîtin
çawî mestit ke ẍezebnake, çi metłûbî heye?!
qirimzî qehre, meger ’aşiqî meẍzûbî heye?!
dîm ke dunbaleyî ew çawe le ewweł nîgehit
witim: exter ke be dunbale bê, aşûbî heye!
małî ’uşşaqî le bergeştegîya kirdiwe xerab
tîpî mujganî, ke wa hey’etî meẍlûbî heye
tełebî bose dekem, sebir dey, dełê sebirit bê
lem hemû sebre, diłim taqetî eyyûbî heye
le dehen puste, le řux sêb û leser sîne enar!
serwî mewzûnî qedit, sêberî meřẍûbî heye!
şeh gedayêke eger bedgîle ciftî le kenar!
şeh gedayêke ke hemsuḧbetî meḧbûbî heye
hewesî bose deka «salimNasnava edebî» û dił manî’îye
xoy ke bê şerme, welêkîn diłî meḧcûbî heye