her teref şem’î řuxî cananeye

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  488 Dîtin
her teref şem’î řuxî cananeye
gerdî ew dił dayma perwaneye
des le to hełnagirim ta nemkujin
ḧerfî nasîḧ serbeser efsaneye
mû be mû esbabe bo min qeydî to
sîlsîle bo gerdinî dêwaneye
seydî seydim gerçî seyyadim mudam
ahuyî nexçîrî to şêraneye
bes musîbet wa leřêy murẍî diła
ta lenaw mû xałî řûy to daneye
her be yadî bose mestim gahî qurb
koyî ew bo min dełêy meyxaneye
meşqî ẍîret mûcîbî cewher nîye
şuẍłî jin lem ’ehdeda merdaneye
xakî koy to ta meqamî salimNasnava edebîe
fî aliḧqîqihErebî menziłî şahaneye