dił, leber îmayî çawit, mestî qeřřabey meye

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  432 Dîtin
dił, leber îmayî çawit, mestî qeřřabey meye
her nezer bo min mukeřřer neş’e ender neş’eye
awî wa da mezre’ey řût, destî dîhqanî ezel
curmî mahî çarْde lew cebheda wek xoşeye
ey fîday mujganî xûnřêjit! nezer ke sûyî min
zexmî nasorim be yadî awî tîrit tîşneye
meşqî ebroy to deka qeddim le ’îşqî qametit
řengî řûm bo sêwî berwane wekû řengî beye
of le marî ḧelqeyî zułfî syay piř sîlsîlet
dił le nêşa řoj û şew ḧałî wekû kuştey ḧeye
gwêy degirt, ey kaşkî, yekdem le ahengî diłim
wa le fîrqet bezmî xast nałeyî zarim neye
řîşî peşmî wişkesofî ba’îsî qebzîy diłe
řêy mede bo meclîst ew bê diłe efsurdeye
gwê girin yaran le bazar û meḧelle û çar sûr
dastanî ḧałî «salimNasnava edebî» her teref efsaneye