diłî min derḧeqî to hênde safe

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  627 Dîtin
diłî min derḧeqî to hênde safe
wekû zahîd xerîkî î’tîkafe
meke baweř be qewlî duşminanim
qisey duşmin hemû laf û gezafe
dû zulifit mûbemû hatûn beyekda
lebo em gerdine tewq û tenafe
legeł wesiłim be to bû řoḧim eřwa
wekû nûnî misnîErebî lay îzafe
were zêwerNasnava edebî nesîḧet bigre gwê xot
le em řêgaye lade řêy xîlafe