diłî min derḧeqî to hênde safe

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  753 views
diłî min derḧeqî to hênde safe
wekû zahîd xerîkî î’tîkafe
meke baweř be qewlî duşminanim
qisey duşmin hemû laf û gezafe
dû zulifit mûbemû hatûn beyekda
lebo em gerdine tewq û tenafe
legeł wesiłim be to bû řoḧim eřwa
wekû nûnî misnîArabic lay îzafe
were zêwerPen name nesîḧet bigre gwê xot
le em řêgaye lade řêy xîlafe