talîbî řûtim be egrîcet perêşanim meke
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
1211 Dîtin
talîbî řûtim be egrîcet perêşanim meke
min ke îslamim ḧewałey kafiristanim meke
kuncî ’uzlet îxtyarim kirduwe memhênne der
’aşiqim dêwane nîm sa berdebaranim meke
neqşî best ḧubbit le diłma, asman naybate der
sa kemê meylî minit bê diłperêşanim meke
dême berderganeket tenha bebê yar û řefîq
carbecar bimxiwênewe daxił be nîsyanim meke
çawî mestit şêx û mella her dû ḧeyranî ebin
wa be ẍemze eqił û dînit bird le îmanim meke
bêstûn key wek diłî min tîşekarîy lê kira?
bo teḧemmul wêneyî samî nerîmanim meke
teb’î mîřřîxNava taybett heye bew tel’etî wek zuhreNava taybetye
muşterîNava taybety tom talîbim, mehtûkî yaranim meke
zêwerNasnava edebîe hercanfîda bê, diłfîda bê serfîda
memxere derd û musîbet tûşî hîcranim meke