esîr û seydî qeydî keyd û şeydî nefsî emmarem

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  5611 Dîtin
esîr û seydî qeydî keyd û şeydî nefsî emmarem
le dest em mare bedçare, çye çarim, xuda çarem!
le ḧefta têpeřîm û ḧefteyek bo dîn û bo dinya
be karî xom û karî kes nehatim, wey çi bêkarem!
çi xoş weqtê bû ew weqtem le goşey bêkesî da bûm
wekû haym le deştî nakesî da êste awarem
be naxûn suretî yarim sefḧey sîne nûsîwe
le ḧeşra weqtî neşrî name kirdin, minim û sîparem
serapamî ber eşkencey ’uqûbet girtuwe dewran
le ber bêdestîye wa tê degen xełqî ke bêçarem
le ceybimda eger yek pare şik nabem, çi perwame
xuda ger qabîlî dîbim heta ser ceybî sed parem
ne şeytan û ne dewran û ne xizmanim be min naken
ewî nefsî xesîsim meḧuyaNasnava edebî kirdûye derbarem