le basî meynet û derdî derûnî boye dem nadem

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  4140 Dîtin
le basî meynet û derdî derûnî boye dem nadem
le xwênawî diłî piřẍem ke sînem mewc eda ta dem
ẍemim dêtê ke bo wek kodek agir berdeme kaẍez
le bo nusînî ẍemnamey diłim herga qełem dadem
hele, pařanewe emro, zuban û dił le karaye
zubanawer ke bestezmane sibḧeynê ke qûça dem
be ḧeq her ḧeq, be naḧeq naḧeqim wituwe le řojê bûm
wekû mensûr eger bîşmikujin nakem le ḧeq ladem
biła guł ateşî tê ber bibê, perwane bê bulbul
debê her biçme baẍ û řazî dił şemmêkî ber ba dem
sibeynê werne seyrî kuştinim wadem çeha dawe
le ser wadey diroy ew nadem îtir wade, qet nadem
witim: ger ḧałî meḧwîNasnava edebî tê bigey řem bem ḧede nakey
witî: ew tê negeywe, min perî m û ew benî’adem