le basî meynet û derdî derûnî boye dem nadem

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  5576 views
le basî meynet û derdî derûnî boye dem nadem
le xwênawî diłî piřẍem ke sînem mewc eda ta dem
ẍemim dêtê ke bo wek kodek agir berdeme kaẍez
le bo nûsînî ẍemnamey diłim herga qełem dadem
hele, pařanewe emřo, zuban û dił le karaye
zubanawer ke bestezmane sibḧeynê ke qûça dem
be ḧeq her ḧeq, be naḧeq naḧeqim wituwe le řojê bûm
wekû mensûrPerson eger bîşmikujin nakem le ḧeq ladem
biła guł ateşî tê ber bibê, perwane bê bulbul
debê her biçme baẍ û řazî dił şemmêkî ber ba dem
sibeynê werne seyrî kuştinim wadem çeha dawe
le ser wadey diroy ew nadem îtir wade, qet nadem
witim: ger ḧałî meḧwîPen name tê bigey řem bem ḧede nakey
witî: ew tê negeywe, min perîm û ew benî’adem