be pîr ew mahewe çûm û be ser çûm

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  7887 views
be pîr ew mahewe çûm û be ser çûm
perî bû, ew nebû, şew bû, be ser çûm
telê nêrgisim û baẍî ḧîretim pê
be feř hat û wekû guł zû beserçûm
giłey pêşim le ser ser hem buwe bar
ke dî min dulberim hat û be ser çûm
dezanim badyey ’îşqe xeternak
keçî her çûm, eger mam û eger çûm
le ḧînî nez’î řoḧa, řoḧî ’aşiq
witî: oxey le mîḧnetxane derçûm
be oẍir kirdinî min bûme qeqnes
ke ew çû bo sefer, min bo seqer çûm
witî: qet wa meye, min wawe her dêm
nehat ew wa qet û min wawe her çûm
şukir mûrim buwe pamałî mîrê
be bê namî jyam û namwer çûm
ẍemî qatîlme meḧwîPen name! munfe’îl ma
le ḧeşra kifnî xwênawî be ber çûm