ewî diłdar û dulberme ewa deřwa le ber çawim

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  4310 views
ewî diłdar û dulberme ewa deřwa le ber çawim
be dûya bo çî dił netwêtewe neřwa le ber çawim
xerîkî ḧîfzî ḧizbu albiḧirArabice yar, ełbet be fikirêke
xuda ḧîfzî bika, baqił qedem dênête ser çawim
birîqey berqî cîlweyî kê cela bexşî bînayîme
ke qursî aftab û meh wekû tem dête ber çawim
le kin pişkûtnî ẍunçey demî, wek guł, seraser gwêm
gułî řuxsarî derxa, nêrgis asa, ser be ser çawim
debê ḧurmet bigîrê cê nezirgey ḧezretî yare
ke naka dem be dem tofanî dem zêr û zeber çawim
be şoxî dîn û diłmî da be tarac, êste wek sofî
be sebḧey eşkewe hatote ser terkî nezer çawim
seba kuḧlî ẍubarî řêy kesêkî pêye dê meḧwîPen name
be bê ḧîkmet nîye defřê le êwarêwe ger çawim