le nakes karîya xakim be ser řoyî be ba ’umirim

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  17845 views
le nakes karîya, xakim be ser, řoyî be ba ’umirim
xuda! to bimjyêne ta le ber qapî kesê demirim
be zay’ çû le ma la yi’nîArabicya weqtim hemû, ye’nî
debê weqtê le bwaluqitArabicê bixiwazim da tya bimirim
ecel dewrim deda: ḧazir be! wadey dewr û teslîme
minî ẍefłetzede hêşta xerîkî mes’eley dewrim
xeyałî pûçî dinya wa demax û diłmî pêçawe
qyamet, her meger řojî qyamet bêtewe fikirim
le pê kewtûm û nefsim bo hewa deşnê wekû mindał
le ber pîrî serim xoy nagrêt û taze pê degirim
çye sûç û gunahî? bo çî deykate cezaxane?
le qebir hełken, heta řojî ceza de’wa çye qebirim
sibeynê yuḧşiru almir’Arabice, biragel, firsete emro
tebeřřa bin le min, ba kes nebê ḧeşrî legeł ḧeşirim
le min nazanim îtir nefsî bedxo çî dewê meḧwîPen name
ke bedkirdar û bedřeftar û bed’efkar û bedtewrim
meger ber mewcî beḧrî řeḧmetim xa wesfî settarî
wegerna, zeḧmete pa bûnewem, namumkîne setirim