esîr û seydî qeydî keyd û şeydî nefsî emmarem

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  6769 views
esîr û seydî qeydî keyd û şeydî nefsî emmarem
le dest em mare bedçare, çîye çarim, xuda çarem!
le ḧefta têpeřîm û ḧefteyek bo dîn û bo dinya
be karî xom û karî kes nehatim, wey çi bêkarem!
çi xoş weqtê bû ew weqtem le goşey bêkesîda bûm
wekû haym le deştî nakesîda êste awarem
be naxûn suretî yarim sefḧey sîne nûsîwe
le ḧeşra weqtî neşrî namekirdin, minim û sîparem
serapamî ber eşkencey ’uqûbet girtuwe dewran
leber bêdestîye wa tê degen xełqî ke bêçarem
le ceybimda eger yek pare şik nabem, çi perwame
xuda ger qabîlî dîbim heta ser ceybî sed parem
ne şeytan û ne dewran û ne xizmanim be min naken
ewî nefsî xesîsim meḧuyaPen name kirdûye derbarem