be nûrî bade keşfî zułmetî teqwa nekem çibkem

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  12686 views
be nûrî bade keşfî zułmetî teqwa nekem, çibkem?!
be şem’êkî weha çarî şewêkî wa nekem, çibkem?!
le xezney diłimda herçî heye, her daẍî sewdaye
desa em neqde derdî ’îşqî pê sewda nekem, çibkem?!
legeł destî mela řê nakewê zunnarî zułfî yar
wekû «şêxPerson» îxtyarî mezhebî tersa nekem, çibkem?!
le řêy ew şoxeda xom kirde xak û pêy nena pêma
desa xakî hemû ’alem be ser xoma nekem, çibkem?!
demêke şarî piřşorî meḧebbet mat û xamoşe
be qanûnî tecennun şořşê înşa nekem, çibkem?!
le çawa nim nema bo girye, nobey secde berderye
syasałim nebare, nwêjî îstîsqa nekem, çibkem?!
le ser tom duşmine dinya, qezîyem man’ alcim’Arabice
ke terkî to nekem, terkî hemû dinya nekem, çibkem?!
becê mawim le yaran, nabecê mawim. ecel, zû be!
be mirdin lem qisûrî jîne îstî’fa nekem, çibkem?!
ewa leyla be řojî ḧeşir eda wadey lîqa meḧwîPen name!
heta qamî qyamet, ah û waweyla nekem, çibkem?!