bîbyê ya neybyê min dad û bêdadê dekem

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  5514 views
bîbyê, ya neybyê, min dad û bêdadê dekem
gwê bidatê, ya nedatê, ah û feryadê dekem
ḧeqqî îxlase becê hênanî adabî xulûs
pê bizanê ya nezanê, min be dił yadê dekem
bêstûnî ’îşqî şîrînêk ewa hatote pêş
ger le ḧeq bêm û neyem, teqlîdî ferhadê dekem
awî têẍî wefqî her tuşne lebêke, min nebê
karger bê ya nebê, lem mezłeme dadê dekem
dersî ’îşqim her le kin perwane ya bulbul buwe
bîgemê ya neygemê, her meşqî ustadê dekem
kuştinî îsfendyarî nefse bestey řayî pîr
ger meded ka ya neka, lew şahe îmdadê dekem
bem nizîkane le berme meḧuyaPen name! řêgêkî dûr
bête destim ya neyê, her koşşî zadê dekem