be nûrî bade keşfî zułmetî teqwa nekem çibkem

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  12697 Dîtin
be nûrî bade keşfî zułmetî teqwa nekem, çibkem?!
be şem’êkî weha çarî şewêkî wa nekem, çibkem?!
le xezney diłimda herçî heye, her daẍî sewdaye
desa em neqde derdî ’îşqî pê sewda nekem, çibkem?!
legeł destî mela řê nakewê zunnarî zułfî yar
wekû «şêxKes» îxtyarî mezhebî tersa nekem, çibkem?!
le řêy ew şoxeda xom kirde xak û pêy nena pêma
desa xakî hemû ’alem be ser xoma nekem, çibkem?!
demêke şarî piřşorî meḧebbet mat û xamoşe
be qanûnî tecennun şořşê înşa nekem, çibkem?!
le çawa nim nema bo girye, nobey secde berderye
syasałim nebare, nwêjî îstîsqa nekem, çibkem?!
le ser tom duşmine dinya, qezîyem man’ alcim’Erebîe
ke terkî to nekem, terkî hemû dinya nekem, çibkem?!
becê mawim le yaran, nabecê mawim. ecel, zû be!
be mirdin lem qisûrî jîne îstî’fa nekem, çibkem?!
ewa leyla be řojî ḧeşir eda wadey lîqa meḧwîNasnava edebî!
heta qamî qyamet, ah û waweyla nekem, çibkem?!