bo pare ḧeyfe xo dekeye pûlî nařewac

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  3157 Dîtin
bo pare ḧeyfe xo dekeye pûlî nařewac
bo paruwêkî nan esefe řû dekey be sac
řêy da le qapîya bimirim, pêşî ser serim
na, wa geda debê be xudawendî text û tac
bo zebtî mułkî dił bese lew lêwe yek qise
şahim, be sewqî leşkirî ẍemze çi îḧtyac
ba bêne seyrî gerdin û sîney nîgarî min
neydîwe her kesê bitî zîw û senem le ’ac
key dił desênrê le bitê sendibêtî ew
lêwî le mîsir û zułfî le çînî xerac û bac
kê qedrî şî’rî ême dezanê, berî deka
her saḧêbe leberkerî kałayî bê řewac
meḧwîNasnava edebî ’ebes be dîdeyî bîmar ma’île
nagîrê aşnayê legeł mestî namîzac