be kes nabê bitî min aşna qet

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2477 Dîtin
be kes nabê bitî min aşna qet
ẍezaley beř nye řamî wefa qet
meḧałe bêt û ew pê ser serim nê
be tacî padşa naga geda qet
witim: çibkem le bo wesiłit? witî: kes
be kes neywituwe ’îlmî kîmya qet
çi îstîẍna, çi weḧşî teb’îyêke
nepirsî to hewałî aşna qet
le yadit derneçim bes, pes heweste
le derḧeqma meke ẍeyrî cefa qet
hemû bîsmîlye, her min nîme bîsmîl
nebû karê bika her bo xuda, qet
hemû fexrî ke daẍ û derde ’aşiq
meben, řîswayîye, nawî dewa qet
witim: bê bake bo xûnřêzî, ebrot
witî: têẍ ez biřş naka ḧeya qet
witî: meḧwîNasnava edebî henasey agirîne
be dem min nazkim, nawim neba qet