wekû řoj ew mehe lew dûre derkewt

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  7398 Dîtin
wekû řoj ew mehe lew dûre derkewt
lemêwe eşk û ahî ême ser kewt
ke ew lêw û didanem dî, be carê
le ber çawim hemû le’il û guher kewt
wenewzêkim şewê da, geyîye serim û
witî: heste, hetawit wa le ser kewt
le kê ya řeb xeberpirsî bikem min
ke her kes bo xeber çû, bê xeber kewt
diłim wek şêrî bêşey şu’legirtû
le sîney piř le sozim derbeder kewt
be tîr emřo diřî wa herçî pêş hat
xuda pê dawe her kes ber nezer kewt
le ser xo çû be dem giryanewe dił
geřek piř bû ke em mindałe derkewt
le řojawawe îmşew bê nîqabe
mehî min, mahî ’alem bê mefeř kewt
be xořayî ewendem nałe kêşa
le sînem da pisa, ma, bê eser kewt
biroy ew şoxe emřo têẍî kêşa
necatî da be řeḧmet herçî ber kewt
be pîr ew řojewe meḧwîNasnava edebî ewende
be ser çûbû, wekû şewnim le ser kewt