to nebînin nûrî em çawane boç

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  5141 Dîtin
to nebînin, nûrî em çawane boç!
bo nîsarî to nebê, em cane boç!
cîlwey ew ḧusne nye ger karger
bo cemadîş, ayne ḧeyrane boç!
dił le sînem hîcretî kird û witî:
bûne, ’umrê, ferşî ateşxane boç!
çołî dî sînem le dił, bo sûtnî
emrî da, şêrî nebê em lane boç!
xwênî cerg û kuncî ’uzlet besme beş
ber minet bûnî mey û meyxane boç!
sa’îlî ew berderem, witim û witî:
to geday, em nexwetî şahane boç!
her be tîrî ẍemze kuştin, nek be şîr
ḧeyfe, xûn alûde ew damane, boç!
zahîd ew zułfey le ser řû dî, witî:
kufrî wa řûpoşî em îmane boç!
her be ḧesret, nek be zerbet, kuştimî
da nełên em qetłî bêtawane boç!
taqe xanêke le ser řêy axîret
zadî řê hełnagrî lem xane boç
meḧuyaNasnava edebî bazêkî to, qudis aşyan
bûne bûmî şûmî em wêrane boç!