îttîfaqê aftab anê muqabîl bû ber řût

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2055 Dîtin
îttîfaqê, aftab anê muqabîl bû ber řût
afetêkî dê, nema tabî, bwestê řûbe řût
dyare xo perwane her sûtane esłî mudde’ay
boye êmeş ’aşiqîn, ey şexsî ateş xû be xût
em fîza’et be duwewe, ḧeqte ke napirsî çye
to yekê da’îm, hezarêkî wekû min dû be dût
ey meḧebbet! agirêkî hênde xoş û diłinşîn
ew kesey sûtûte, her ew hewł eda bo sû be sût
em şerarey fîrqete mexlûqî wa kirde kebab
malîkî dozex diłî bem ’alemî nasûte, sût
subḧî meḧşer bû, witit: subḧey zuwe wadey wîsal
’alemî kuşt întîzarî hatî wadey zû be zût
bo le basî zułfya meḧwîNasnava edebî nebête mûşkaf
řoḧ û diłye mudة al’imirErebîy esîrî mû be mût