demit çî piř le duř durcêkî yaqût

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2468 Dîtin
demit çî, piř le duř, durcêkî yaqût
nîşane û morî çî, xettêkî zimřût
be giryanim, wekû guł, pêkenî yar
le baẍî min be barş ẍunçe pişkût
qibûłim key eger, lutfêkî zore
be kemtir hîndiwêkî xałî hîndût
şukir her mamewe bo yadgarî
be karî zexmekey şimşêrî ebrût
le ẍemzey çawit ebrû dagre û bes
meke bo qetłî ’aşiq řence, bazût
nexoşî ’îşqî lêwit wesyetî kird:
bitaşin darî ’unnabî be tabût
minî bem ḧał û qałe dî ke deyut:
kitêbêkî ẍerîbim dîwe, peřpût
be nîle bê nebatî mîsrî lêwit
cilim, subḧim, hemû her şame bê řût
le nałey germî dił bakit nebû to
be ahî serdî meḧwîNasnava edebî min diłim sût