diłdoze tîrî ahî feqîranî řût û qût

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1787 Dîtin
diłdoze tîrî ahî feqîranî řût û qût
bo kuştine hemîşe ke amade şîrî řût
meḧfûzî to ke řû le xuda bî le dêw û ded
bo ḧîrzî to debête zirê nescî ’enkebût
dił zînduwe be ’îşq û, bijî to le merg emîn
bem derde bimre, ta bibye ḧîّ la yimutErebî
ger sengî kohsare, buwe le’lî tabdar
her kes be cebrî sebir û ḧeya xwênî bû be qût
ya řeb le dozex ummetî «eḧmed» bidey necat
kem bê çye le kûreyî wa baweşê bizût
deyut: qyamet ełbete řûmit nîşan edem
řû derxe, ta kû řojî qyamet hełê le řût
ber pêy ewm, be mêzerewe, ser ke na, witî:
meḧwîNasnava edebî temaye bimxełetênê be tûrî pût