diłdoze tîrî ahî feqîranî řût û qût

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1783 views
diłdoze tîrî ahî feqîranî řût û qût
bo kuştine hemîşe ke amade şîrî řût
meḧfûzî to ke řû le xuda bî le dêw û ded
bo ḧîrzî to debête zirê nescî ’enkebût
dił zînduwe be ’îşq û, bijî to le merg emîn
bem derde bimre, ta bibye ḧîّ la yimutArabic
ger sengî kohsare, buwe le’lî tabdar
her kes be cebrî sebir û ḧeya xwênî bû be qût
ya řeb le dozex ummetî «eḧmed» bidey necat
kem bê çye le kûreyî wa baweşê bizût
deyut: qyamet ełbete řûmit nîşan edem
řû derxe, ta kû řojî qyamet hełê le řût
ber pêy ewm, be mêzerewe, ser ke na, witî:
meḧwîPen name temaye bimxełetênê be tûrî pût