xuda bîda le hêłêkî deda seyrî heye řêkewt

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  4814 views
xuda bîda, le hêłêkî deda, seyrî heye řêkewt
wenewzim da, nîgarim hate xew, emşew xewm pê kewt
be leylawe were ber qapî em leylaye ey mecnûn
şehêke sed serî ferhad û şîrînî le ber pê kewt
witim: awêkî řeḧmet, geyîye řoḧim agirî fîrqet
witî: lem dozexe zeḧmet ke derbê her kesî tê kewt
legeł dił çûm û bê dił dêmewe, em gewhere yareb
lewê kewt û be cê ma, ya le řê da kewt û bê cê kewt
nîgahî girte ẍeyr û min diłim let bû, temaşa ken
xedengî girte kê, şeqqijnî le kwê, zerbî ber kê kewt
le ser şanî kesanî dî cenazey min, witî: ça bû
em îftadeş le ẍem řizgarî bû bo xoy û serpê kewt
be cîlwey ew, wekû şewnim, fiřî her eqił û hoşê bû
ke sêber meḧwe lew cêye hetawî leḧzeyek lê kewt