îttîfaqê aftab anê muqabîl bû ber řût

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2054 views
îttîfaqê, aftab anê muqabîl bû ber řût
afetêkî dê, nema tabî, bwestê řûbe řût
dyare xo perwane her sûtane esłî mudde’ay
boye êmeş ’aşiqîn, ey şexsî ateş xû be xût
em fîza’et be duwewe, ḧeqte ke napirsî çye
to yekê da’îm, hezarêkî wekû min dû be dût
ey meḧebbet! agirêkî hênde xoş û diłinşîn
ew kesey sûtûte, her ew hewł eda bo sû be sût
em şerarey fîrqete mexlûqî wa kirde kebab
malîkî dozex diłî bem ’alemî nasûte, sût
subḧî meḧşer bû, witit: subḧey zuwe wadey wîsal
’alemî kuşt întîzarî hatî wadey zû be zût
bo le basî zułfya meḧwîPen name nebête mûşkaf
řoḧ û diłye mudة al’imirArabicy esîrî mû be mût