be dem mewcî xwênî eşkewem biřwane çonim bot

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  11255 Dîtin
be dem mewcî xwênî eşkewem, biřwane çonim bot!
derûnim keylî zûxî derd û ẍem, biřwane çonim bot!
řeqîbî seg ḧezî bû, kuştimit, seyrî ke çonî bom
du’a bo dest û têẍit min dekem, biřwane çonim bot!
be ẍeddarî ne wek nawit berin, bim’encinî, qet min
şikatî cewrî to ber kes debem? biřwane çonim bot!
henasey agirînim birdewe ber, ta derûnim sût
be nałe ta diłit sexłet nedem, biřwane çonim bot!
byanû bigre, şêwey xot bişêwêne be min kuştin
weha çawî bedit lê la dedem, biřwane çonim bot!
be awî girye her dem nawî çawim şiştuwe, nek cêt
be xwên aẍuşte bê, to, çawekem, biřwane çonim bot!
ẍemî xoşî nye meḧwîNasnava edebî le diłya, her ẍemî toye
le ’îşqitda dekem ẍem bo beẍem, biřwane çonim bot!