xeramî naz eger hênaye lence serwî mewzûnit
Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
1 Xulek
4210 Dîtin
xeramî naz eger hênaye lence serwî mewzûnit
wekû leyla, leser řê pirsişê ke ḧałî mecnûnit
detirsim gerdî xwênî min le şîşey gerdinit nîşê
we ger na, xem nîye bimirim le ḧesret lêwî meygûnit
xeramit çûye baẍ û serwî ber badî xecałet da
gułî her wek diřk aławne dawênî wajûnit
kemendî zułfî wek ebrêşmî xawî nîgarêkit
le dił ała xeyałî xawe dił lew dawe berbûnit
ḧeyatî taze dête berim û řoḧim derdeçê, werna
sedayêkî nîye wek mewcî gewher hatin û çûnit
le her şî’rê le dîwanit decoşê neş’eyê meḧwîNasnava edebî
sedayêkî le yektir cwê deda her tarî qanûnit
le çend û çûnî dinyada be zay’ çûnî ’umirim çend!
xudaya bes be zay’ çim, be ḧeqqî zatî bêçûnit!