ne wek her çawî meste xoşî her mest

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  3649 Dîtin
ne wek her çawî meste, xoşî her mest
be la da dê, ke dê, wek turkî sermest
le ḧecley naz û î’zazî be sed naz
xuda tu ḧafîzî bî, hate der mest
be dûya şêx û sofî mestî ’îşqî
le řêya kewtûn meste le ser mest
nîgahî mestî ta mestanî řê da
nema lew cêge řêgey kes le ber mest
binazim bew pyałey çawî meste,
be yek pirşingî ’alem ser be ser mest
le ber ḧukmî nîgaya qate huşyar
heta çawî bika biř, meste, her mest
witî: seyrî der û deştim nemawe
le çawim mewc eda, piř deşt û der mest
be cuzmey nawî em nawe be çî bem
be neş’ey ew beşer hem bwalbişirErebî mest
denasê badekeyî, meqsûdî ḧeşre
dełê: meḧwîNasnava edebî binû to ta seḧer mest