xeramî naz eger hênaye lence serwî mewzûnit

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2431 views
xeramî naz eger hênaye lence serwî mewzûnit
wekû leyla, le ser řê pirsişê ke ḧałî mecnûnit
detirsim gerdî xwênî min le şîşey gerdinit nîşê
we ger na, xem nye bimirim le ḧesret lêwî meygûnit
xeramit çûye baẍ û serwî ber badî xecałet da
gułî her wek diřk aławne dawênî wajûnit
kemendî zułfî wek ebrêşmî xawî nîgarêkit
le dił ała xeyałî xawe dił lew dawe berbûnit
ḧeyatî taze dête berim û řoḧim derdeçê, werna
sedayêkî nye wek mewcî gewher hatin û çûnit
le her şî’rê le dîwanit decoşê neş’eyê meḧwîPen name
sedayêkî le yektir cwê deda her tarî qanûnit
le çend û çûnî dinyada be zay’ çûnî ’umirim çend!
xudaya bes be zay’ çim, be ḧeqqî zatî bêçûnit!