depirsê bo çî min derkewtim û dił bû le to ẍayb

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  3290 Dîtin
depirsê: bo çî min derkewtim û dił bû le to ẍayb?
ke wextê řoj hełat, ełbet debê şewnim le xo ẍayb
çi yaraye, be bê îmayî ebro seyrî ew çawe
ḧerame meykeşî lem meykede bê řuxsetî ḧacîb
depirsin: kîmya? xidmet be merd, emma be îxlasî
weger na, kem le bûbekirî nebû xidmet ebû talîb
be naw êmeş řîcalîn û řîcalî hum ricalٌErebî hem
be fecrî naw deben, sed ḧeyf, eger sadîq eger kazîb
le ’arîf ’amîyek pirsî hewałî meslex û qessab
be enguştî şehadey kird îşarey meḧkeme û na’îb
le ḧeq bêjî buwe beḧrî ena aliḧqErebî her qesîdêkim
le batî ca’îze, wacb geřa qetiłim biken wacîb
diłe ’erşî xuda meḧwîNasnava edebî xecałet be le ber ẍefłet
ke bote butkedey bê beřhemen ya deyrî bê řahîb