ke to ẍayb le ber çawim debî çim bê le to ẍayb
Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
1 Xulek
8270 Dîtin
ke to ẍayb le ber çawim debî, çim bê le to ẍayb
qyamet ḧazrî ber çawme, xomim le xo ẍayb
xîtabit her ’îtabe, ew lebe bête qise, her kes
muxatebte, deka derdem zubanî giftugo ẍayb
le xwên û xakeda koken witî meqsûdî xusrew bû
bibînin macera, teblîẍî ken şahîd le bo ẍayb
şukir to le fikirim naçî, egerçî min le fikirit çûm
le min ẍayb nebî to, besme, ba min bim le to ẍayb
dezanê řoje ew, min şew, ke çî pêşim dełê: meḧwîNasnava edebî
ḧizurî gir himî xwahî, mişu ḧafiz az aw ẍaybFarsî