depirsê bo çî min derkewtim û dił bû le to ẍayb

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  3292 views
depirsê: bo çî min derkewtim û dił bû le to ẍayb?
ke wextê řoj hełat, ełbet debê şewnim le xo ẍayb
çi yaraye, be bê îmayî ebro seyrî ew çawe
ḧerame meykeşî lem meykede bê řuxsetî ḧacîb
depirsin: kîmya? xidmet be merd, emma be îxlasî
weger na, kem le bûbekirî nebû xidmet ebû talîb
be naw êmeş řîcalîn û řîcalî hum ricalٌArabic hem
be fecrî naw deben, sed ḧeyf, eger sadîq eger kazîb
le ’arîf ’amîyek pirsî hewałî meslex û qessab
be enguştî şehadey kird îşarey meḧkeme û na’îb
le ḧeq bêjî buwe beḧrî ena aliḧqArabic her qesîdêkim
le batî ca’îze, wacb geřa qetiłim biken wacîb
diłe ’erşî xuda meḧwîPen name xecałet be le ber ẍefłet
ke bote butkedey bê beřhemen ya deyrî bê řahîb