dił le ser xo çûnî peyderpey delîlî yare hat

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 2 minutes  4170 views
dił le ser xo çûnî peyderpey delîlî yare hat
eqił û hoş ey dił bike ḧazir, le pêşe kare hat
win buwe lew řojewe lêwî ḧeyat efzatî dî
wa debê şerim û ḧeya, ey aferîn, awî ḧeyat
bo wefakirdin be we’dey hatnî bimre, witî:
kes nye îxtarî ka wa hatuwe wadey wefat
to ke derkewtî mepirse çî be ser dê can û dił
ḧałetî şewnim temaşa ke be weqtî řojhełat
ger le to dinya berî bû, qewm û xwêşt lê berîn
ger beratî bû, hemû ’alem buwe bab û birat
alḧizirArabic lem çerxî keç baze, be řû çerxandinêk
çende sułtan û şehî kirdû deka bê dest û mat
wa’îzîm pirsî, yekê şoxane cwabî damewe:
we’zî çî?! ser linge destařê kiřey destařî hat
şêx û tuřřey mêzer û neqil û nuqûlî hîç û pûç
min be tûřey yar esîrim, ew be kołê tořřehat
’enberî sara witim zułfî, nebatî mîsrî lêw
zułfî ałoza, witî lêwî ke nawî min nebat
ew nehatin, derde; daẍî ew nehatin, derdeha
kes be derdî min neçê, wek min nebê tûşî nehat
cwan û şîrîne eger dinya, le řûda mîhreban,
werdî xare, şehdî zehrî mare, ’ehdî bê sebat
ger bitî êmet nedîwe, bo çî dwênê detperist?
ey buřehmen, to le lat emřo ke çî wek lake latNamed-Entity
çawyan, em ehlî dinyaye, ewende birsîye
padşakanî be dem da yek serî yektir debat
abřû yekcarî çûnî ẍunçe yekdem xende bû
ger ḧeyat ey dił dewê, şîwen ke ma dam alḧyaةArabic
ber xudaye û bes, le şeytanî şeqî, meḧwîPen name penah
pes le ẍedrî şeytenet pîşe mebe ber kes şikat