kem bû wek ew deme sîdiq em deme hem kem buwe qat

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2725 views
kem bû wek ew deme, sîdiq em deme hem kem buwe qat
fereḧî nek be dwa bê, ẍem û hem hem buwe qat
meselî ’ehd û wefa wek meselî ’enqaye
pyawetî basî le kin kes meke, adem buwe qat
le hemû cê le çi kes bênî mirwet nayê
kerem û sîdiq û wefa êste le ’alem buwe qat
be dû beytê ẍem û derdî dił eger bênme ’erz
kesî wa ’erzî kirê xo nye, meḧrem buwe qat
be hemû dem le seded bas û qisey ew deme dam
ke demê basî bikem, kes nye, hemdem buwe qat
be ḧeddê bê edebî bawe, lemewla seyyad
pekî řawî bikewê kelbî mu’ellem buwe qat
ḧeqî wit ew kese: nabem îke nawî meḧwîPen name
kesî wa zîkirî ewaney ke le kin kem, buwe qat