bulbulî gułzarî edeb

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  831 Dîtin
koçî kird bulbulî gułzarî edeb
derkî besrawe hemû şarî edeb
řewneqî honerî kurdan řoyî
lebrew kewtuwe bazařî edeb
key behar wa bû ke guł pênekenê!
guł û gya bigrî be azarî edeb
řoyî ew hêminKesy zana û beřêz
mange awa bû le govarî edeb
pîr û law řêkî be giryan û dełên:
daxekem win buwe asarî edeb
xoşewîstî gel û mamosta bû
pakî řeşpoşe ser û xwarî edeb
řêkewt qafłeyî şê’ir û huner
wek dełên kewt û nehat barî edeb
menziłî şa’îrekan tarîk bû
derkî besrawe be bizmarî edeb
çawî «awatNasnava edebî» e wekû gomî xwên
bo le qîs çûnî kesukarî edeb