gyanekem

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  1579 Dîtin
gyanekem! çit lê bikem? daxt le dił bote qełat
barî xoy dawe be ’erza meynet û şadî hełat
to dezanî çim be ser hat bew hemû derdanewe?
menziłim kwêye? deba ’erizit bikem şwên bê le lat
ya guzergey ’aşiqan, ya gyane menziłgey diłan
ya dena baxî gułan, yaxo çyay berzî wiłat
lew çwar cêgaye řenge şwênî min baş hełgirî
çeşnî kerwêşkê hezarem kird le tirsî muşkîlat
yar eger pirsî le kwêye «kamîlNasnava edebîy» bêçarekem?
pêy bifermû: kes nekêł û berdeřeq, bê ḧasłat