qezat le min kewê

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  1014 Dîtin
dwê nexoş bûy ke emin hatme lat
ey qezay to le minî taqe birat!
be şew û řoj le xuda dexwazim
le minî ẍemzede bê, derd û bełat
win nebê nûrî cemałit yaxwa!
le min û memleket û xełkî wiłat
serwî qeddit ke le bostanî wefa
aw dira, dûr bê le derd û afat
meclîst germuguř û řûnak bê
qet nekûjêtewe yařebbî çirat!
wekû perwane le to haławîn
her etoy xawenî feyz û berekat
kake, birjołî mine bote gesk
pêy demałim hemû xakî dergat
çunke bote kile bo çawî min
dîde wu mał û serim bê be fîdat
«kamîlNasnava edebî» t şêt bû ke toy nasaz dî
serî xoy nawe, be bêhoşî hełat