nesîmî newbehar

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  833 Dîtin
be teřdestî nesîmî newbehar hat
be gurcîş řoyewe, min mam û awat
erê ey serwî bałaberzî xoşřeng!
ewnde bo lebare bejin û bałat?!
le ber berzî, webałî ’aşiqanit
negeyye gerdinit, heyhate heyhat!
be diłserdî becê mawim le hawał
çi sergermim be ’eşqî ał û wałat
demê diłserd û ga sergermî tom min
keçî toşî degeł min bê mubalat!
le dûrî to wekû bulbul denałim
be hełbest û witey xoş û meqalat
le şetrencî xeyałit bazîger bûm
be des fîlî fîraqit bûm kiş û mat
be qurbanî wefat bê, gerçî nîte
«îmamîNasnava edebî» her dełê dûr bî le afat