xełat

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  852 Dîtin
bo gelî têkoşere ewřoke hat
hatî hemû komełe wa řoj hełat
tînî ewa da be hemû nîştiman
çake debûjêtewe bo karesat
swênd be kesê her buwe, qet namrê
her ewe bê wêne be zat û sîfat
mujde debem bo gelî aza û nebez
gel le pet û bend û qenare derat
yaxo eger pîr û lekarkewte bûy
kwa des û goçanit û şan û ’ebat?
pîrî, ciḧêłî, be cehennem! were
bimre le řêy piř diřudałî wiłat
yane xełatit dedenê bêt û may
ya ke şehîd bûy, ewe çatir xełat