şarî muḧebbet
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
1237 Dîtin
baş xeste û bêçare û awareye babit
çak şêtî qed û zulfîye, petyareye babit
tirsawe le řeşmarî wekû zulfî dirêjî
dayîm ke be fikir û ẍemî ew mareye babit
nerdî degełî kird, le ew maç û lemîş řoḧ
dořandî, ewa řoḧî çû, bêçareye babit
daynawe serî, řoywe bo şarî muḧebbet
çunke be xuda şohreyî ew şareye babit