teşrîfî dê yar

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  796 Dîtin
felek nałêm degeł min řast be, her keçřoyîne karit!
bełam ewşo sebirke, pêm dełên teşrîfî dê yarit
eger mang toş le kel ser bênye der ta řojê, yařebbî!
be řû zerdî hełêy, şoqî nemênê nûrî řuxsarit
nesîmî şew, etoş dengit neyê ewşoke ta řojê!
ecel bigrê henaset, her nemênê şwên û asarit
kełeşêr, toş mexwêne, bê hera û bê deng be ewşoke!
serumał pêşkeşî bałit dekem, řoḧim fîday zarit
çira, toş hełnebî, bişkêy û newtit lê biřê yaxwa!
becarê têk biçî, wa ger be sed westa neken çarit
xirus bê deng, nesîm bê hest, çira kûjawe, mang xoy girt
keçî to ey felek sebirit nekird, her bed bû řeftarit!