be serit

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  747 Dîtin
gyane, şimşîrî birot xwên deřjênê, be serit!
řojî řûşt be xuda, dił deçzênê, be serit!
min be hoy řûtewe hatim, keçî şimşîrî birot
kuştimî bê xeber û kirdûye xwênê, be serit!
xwênî min sûre, le ser kułmete, meyşarewe lêm
legeł ew şîrî birot kêşe bû dwênê, be serit!
yanî kułimit wekû řoje ke be zulfî řeşî xot
daynepoşî dił û cergim dekułênê, be serit!
bew hemû swênde kesî min, be serî to, honer
arezûy bû ke muḧebbet binwênê, be serit!
ger dekêşê le minî ẍemzede şîr, řojî řût
win ke, ba asûde bim takû sibeynê, be serit!
«kamîlNasnava edebî» ewřo bekuł û coşe le sayey gułî řût
wekû bulbul be xiroş xoş dexwênê, be serit!