nêrgisî mest

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  1068 Dîtin
nêrgisî mestî ew ke wa seyrî guł û çemen deka
kaye be swêsin û guł û şoxî be yasemen deka
dił le şikencî zulfî ew laneyî kirduwe qedîm
men’î meke şewane ger meylî welay weten deka
çunke şikawe şûşekey, pakî řijawe abřûy
boye muşewweşe û qisey zulfî şiken şiken deka
qeddî biłind û şûşî ew te’ne le serwî baẍ eda
cîlweyî piřcemałî ew řexne le řoḧ û ten deka
teb’î melûlî «kamîlNasnava edebî» t, kake çilon dega be to
şeşderî bestirawe ew, arezûyî kefen deka