bulbulî gułzarî edeb

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  845 views
koçî kird bulbulî gułzarî edeb
derkî besrawe hemû şarî edeb
řewneqî honerî kurdan řoyî
lebrew kewtuwe bazařî edeb
key behar wa bû ke guł pênekenê!
guł û gya bigrî be azarî edeb
řoyî ew hêminPersony zana û beřêz
mange awa bû le govarî edeb
pîr û law řêkî be giryan û dełên:
daxekem win buwe asarî edeb
xoşewîstî gel û mamosta bû
pakî řeşpoşe ser û xwarî edeb
řêkewt qafłeyî şê’ir û huner
wek dełên kewt û nehat barî edeb
menziłî şa’îrekan tarîk bû
derkî besrawe be bizmarî edeb
çawî «awatPen name» e wekû gomî xwên
bo le qîs çûnî kesukarî edeb