’umrî şîrînim be tałî çû betałîş mamewe

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  423 Dîtin
’umrî şîrînim be tałî çû betałîş mamewe
marî sistî bû demarî sistî pêwe damewe
min be ḧepley herzin û doy tirş milim şoř kirduwe
ewrupaNava taybet sergermî bezme dem be neş’ey camewe
min heqî jînim ebê key bê lejêr pirç û defa
ew defey fen perç eka bew eqił û hoş û famewe
bo jyanim kes nebû dersî silûkîm pê bida
hênd kemendî pîrî pîrim girt û lêy pařamewe
ẍeyasîTeksta ne aşkira mirdin û dersî fiřîwe û řabîte
hîçyan --Teksta ne aşkira pê nexwêndûm bême řîzî ’amewe
bo ziłêxa ḧusnî yosif bû gułî baxî cinûn
cwanî şîrîn ’eşqî ferhad kirdimî bem damewe
řostem û dêwî sipî wek cûleke tirsandimî
kewtime fak û fîk be beytî gułten û baramewe
çunkû nawêrim be neşrî řazî tomarî diłim
wa be naçarî le sindûqî diła pêçamewe
muftîNasnava edebî bê ’arî ke carcar şî’ir ekeyte řazî dił
bew derûnî piř ce xare û bew diłey piř zamewe