muftî mebe ’aciz le kesêk pêt dełê babî

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  427 Dîtin
muftîNasnava edebî mebe ’aciz le kesêk pêt ełê: babî
çunke kere xoy û newe û dayk û babî
zahîd ke be xwênî cigerî xełqe jyanî
min kafir û bê dînim û ew qutbe cenabî
bermałî řya sofî le şan û milî laba
zor çatre hêşta ’ereq û noşî şerabî
xo ger le melîk bê netewe û nan û beratî
ḧaşa le hemû nî’met û xorişt û beratîTeksta ne aşkira
parey biřjê herwekû lafawî beharî
nêzîkî nebî lade le îş û le karîTeksta ne aşkira
lêy lade becarê neteweyîTeksta ne aşkira meclîs û şewqî
’îşwetreTeksta ne aşkira bo nezim û heway çeng û řebabî
ta pêt ekirê dûr be le dûkan û le małî
ba bê ẍem û meynet le şeř û fîtne řeha bî
sed def’e qełay xeyberî bo bigrî û bimrî
mehtûkî leber çawî eger nutfeyî şa bî
ger xot be hîlaka berî bo xizmetî daym
asûde be to hawdem û hawsuḧbetî nabî
ewladî weten gwê mede bo fikirî xerafat
hewłêkî jyanit bide ta genc û şebabî